
Li Rojavayê Kurdistanê pirsgirêka sotemeniyê derket
.
A+A-
Li Rojavayê Kurdistanê xelk ji bo bidestxistina sotemeniyê bi saetan di rêzê de radiwestin.
Desteya Sotemeniyê ya Rêveberiya Xweser parvekirina sotemeniyê li ser benzînxaneyan %60 kêm kiriye, ev jî bûye sedema derketina krîzê li bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê.
Xelk diyar dikin, ew neçar dibin ku 5 saetan rawestin ji bo 30 lître sotemenî bo otomobîla xwe bi dest bixin.
Ji ber krîza sotemeniyê, gelek caran li gundewarên Hesekê, Reqa û Dêrazorê xwepêşandan hatin lidarxistin. Xwepêşanderan rêyên sereke girtin û daxwaz ji Rêveberiya Xweser kirin ku pêwîstiya wan ji sotemeniyê peyda bike. Tevî sozên rêveberiyê ji bo çareserkirina krîzê, lê hîn jî rewş nehatiye guhertin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin