Îbrahim Guçlu

Îbrahim Guçlu

Yazar
Hemû nivîsên nivîskar >

Li Rojavayê Kurdistanê li dijî Ala Kurdistanê û buroyên partiyan êrîş didomînin…

A+A-

Îbrahîm GUÇLU

Neteweyek bi gelek hêjayên xwe tê nas kirin, an jî neteweyek bi gelek hêjayên xwe tê terîf kirin. Netewe, tê wê wateyê ku divê xwediyê ziman, xwediyê welat, xwediyê çandeke hevbeş, xwediyê  jiyaneke mişterek ya dîrokî, xwediyê kevneşopiyekê, rihekî hevbeş be.

Neteweyek, di heman dem de xwediyê sembolên xwe yên dîrokî ne. Lê di nav van sembolan de sembolek heye ku neteweyekî ji neteweyekî din cûda nîşan dide. Dema tu li wê sembolê mêze dikî, tu netewe nas dikî. Ew semboleke gelek girîng, dîrokî, bi rûmet, qedir bilind e. Ew jî, Ala neteweyan û welatan e.

Gor baweriya min Ala welatan qasî ziman û welatê neteweyekî girîng e. Welat û neteweyan ji hevûdu cûda diyar dike. Loma ez dibêjim ku Al, netewe û welat e.

 Ev rastiyan ji bona Ala Kurdistanê jî derbas dibe. Loma ez di wê baweriyê de me ku Ala Kurdistanê, neteweya kurd û Kurdistan e.

Li Ala Kurdistanê xwedî derketin, xwedîşiûrbûna dewleta Kurdistanê ye. Lewma dema serxwebûna Kurdistanê di sala 1919an de tê rojevê, Ala Kurdistanê tê rojevê û çêdibe.

Wek tê zanîn zimanê kurdî ji gelek zaraveyan pêk hatiye. Yanî di zimanê kurdî de ferqek heye. Ew ferqa tê dîtin û tê şirove kirin. Her çiqas welatê kurdan Kurdistan  ji aliyê dewletên emperyalîst û kolonyalîst de ji aliyê fizikî de parçe jî bibe, yek beş e. Ala Kurdistanê jî yek beş û yek renqek e. Loma jî li ser Ala Kurdistanê minaqeşe tune ye û nabe jî.   

Heger rêxistinek û kesek û grûbek kes, li ser Ala Kurdistanê xwediyê nakok bin, ji Ala Kurdistanê re xwedî dernekevin, divê bi hêsanî ji kurdbûna wan rêxistina, kesan şik bê kirin. PKKê, çewa ku ji her mijar û hêjayên neteweyî re xirabî dike, wan bin pê dike; di mijara Ala Kurdistanê de jî, ev binpêkirina xwe didomîne. Divê kurdên ku bi PKKê re tevdigerin û alîkariyan wan dikin, bizanin ku ev helwesta PKKê jî nîşan dide ku PKKê rêxistineke ji bona berjewendiya kurdan ne, li dijî berjewendiya kurdan wek projeyekê ava bûye.

Dema ku rêxistinek, kesek, grûbek însan, ji Ala Kurdistanê re xwedî dernekevin, Ala Kurdistanê wek hêjayeke girîng ya neteweya kurd qebûl nekin, tê wê wateyê ku di wan de şiûra dewleta Kurdistanê tune ye. PKKê ji bona xwediyê şiûra Dewleta Kurdistanê nîne û li dijî dewleta Kurdistanê ye, ji Ala Kurdistanê re dijitî dike.

Her çiqas PKKê Ala Kurdistanê nas neke jî gelek welat û miletên dinyayê, Ala Kurdistanê nas dikin û jê rê rêz digrin.

Ala Kurdistanê xwediyê dîrokeke pîroz e. Xwediyê temenek dirêj e. Sed (100) salî ye.

Ala Kurdistanê cara yekem di serhildana neteweyî ya Koçgirî de, cara duyem di serhildanan neteweyî ya Agriyê de bi awayekî nefermî; lê çara sêyem di sala 1946an de li Dewleta Kurdistanê ya Mehabedê û cara çarem li Otonomiya Kurdistanê (1970-74),  bi awayekî fermî hat bilind kirin.

Dema ku li hemberî Dewleta Kurdistanê ya Mehabadê êrişa dewleta Îranê dest pê kir,  Serokkomarê Kurdistanê Ala Kurdistanê emanetî Serokê Neteweyî yê Efsanewî Mustafa Barzanî kir. Wî Ala Kurdistanê bir Yekîtiya Sovyetan û piştî 1958an jî anî Kurdistanê.

Nûha jî li Dewleta Federe ya Kurdistanê bi fermî ji aliyê Meclîsa Kurdistanê de hat pejirandin û hat bilind kirin.

Meclîsa Kurdistanê, 17ê Meha 12an, wek “Roja Ala Kurdistanê” îlan kir.

Mixabin di van rojên dawî de li Rojavaya Kurdistanê êrîşên PKK/PYD li hemberî Ala Kurdistanê û buroyên PDKSê dom kir..

Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyeyê (PDKS) diyar kir ku grûbekle çekdar ofisa partiya wan a li Qamişliyê şewitandiye.  Di hemandem de li bajeroka Tirbespiyê grûbeke çekdar Ala ya Kurdistanê ya li ser  banê Buroya PDKSê  şewitandimne.

PDKSê gelek vekirî aşkere dike ku buroya wan ya Li Qamişliyê û Ala Kurdistanê ew kesên çekdar yên bi PKK/PYDê re girêdane şewitandine.

Wek tê zanîn ev ne cara pêşiyê ku buroya PDKSê û buroyê partiyên endamên ENKSê ji PKK/PYDê re dibin armanc. Bi salan e ku PKK/PYDê van êrîşan dike, bûroyên partiyên Kurdistanê û kesên kurdpewer dişewitîne. Endam û berpirsiyarên wan direvîne û dikujin û li berpirsiyarên wan êşkence dikin.

PKK/PYD dijitiya Ala Kurdistanê dike. Nahêle ku Kurd ala Kurdistanê bilind bikin. Di roja pîroz ya Ala Kurdistanê de jî PKK/PYDê Ala Kurdistanê ji bona xwe kirin armanc û şewitandin.

Tê zanîn ku berpirsiyarên Emerîka mecbûr bûn ku êrîşaên PKK/PYDên yên dawî dawî şermezar bikin. 

Hezar mixabin rêxistinên Kurdistanê û kurdên li dinyayê li hemberî van êrîşan bêdeng in.

Rêxistina ku li dijî Ala Kurdistanê be, ew rêxistina wek rêxistineke Kurd û Kurdistanê nayê nas kirin. Lewra Al sembola neteweya Kurd ya gelek stratejîk e.

Ev êrîşan jî nîşan didin ku PKK/PYDê li Rojavayê Kurdistanê temsîla Kurd û Kurdistanê nake, xizmetî dewleta Sûriyeyê dike.

Loma jî divê Kurd li hemberî PKK/PYDê xwediyê helwesteke vekirî û zelal bin. Îzın nedin ku PKk/PYD hejayên neteweyî texrîb bike û ji holê rake.

Diyarbekîr, 29. 04. 2024  

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar