Li Rojava Newroz bi ços hat pîrozkirin

Li Rojava Newroz bi ços hat pîrozkirin

.

A+A-

Li seranserê Rojavayê Kurdistanê cejna Newrozê bi beşdariya bi hezaran kesan hat pîrozkirin.

Ahengên Newrozê li Qamişlo, Amûdê, Kobanî û gelek navçe û gundên Rojavayê Kurdistanê hatin lidarxistin û Newroz bi ços hat pîrozkirin.

Wiha jî li Girkê Legê, Çil Axa û Dêrik û piraniya navçeyên din bi al û rengên Newrozê û Kurd û Kurdistanê hatine xemilandin û xelk bi xweşî şahiyên xwe birêve dibin.

Endamê Polîtbîroya PDKSê Ebdulkerîm Mihemd dibêje “Înşallah  xweşî û rihetî bi miletê me de were. Agirê Newrozî wê bibe xweşî ji Kurdan re. Bi agirê wê zilimdarî rabibe. Bi agrê Newrozê weke Kawayê Hesinkar ku ew zali şikand dê her zalimekî bişkêne.”

Li kêleka gelê Kurd, li heman ahengê Kiristyanên Qamişlo beşdarî Cejna Newrozê bûne, bi wateya ku roja azadî û hezkirinê ye ji bo hemû gel, netewe û pêkhateyên azadîxwaz.

Serkirdeyê Rêxistina Asûrî ya Demokrat Gabiyêl Mûşê got “Bi navê gelê Siryanî Aşûrî, îro em hatine vê derê, Elî Fero, ji bo beşdariyê ligel birayên xwe yên Kurd bikin, di ahenga wan de bi cejna wan a neteweyî, Cejna Newrozê, ku nêzîkî Cejna Babilî Aşûrî ya Akîto dibe.”

Li ahenga Newrozê ya ku li gundê Hîmo yê rojavayê Qamişlo, di van ahengan de siyasetmedar, rewşenbîn û hunermend beşdar bûn.

Ji komîteya rêkxistina ahenga Newrozê li Kêşkê Hemrîn Remezan diyar kir “Bi rastî jî îro em gelek kêfxweş in ku em vî miletê me di vê azadiyê de dibînin. Hemû hazir bûne, bi kêf û xweş û şahiyê. Em hêvî dikin di salên were de salên xweştir bin.”

Li Qamişlo bi mezin û biçûkan, bi jin û mêran, bi stran, dîlan, kêf û şahiyê dilxweşiya xwe bi Cejna Newrozê ya îsal derdibirrin.

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Silêman Oso dibêje “Em Newrozê li miletê xwe pîroz dikin. Miletê me bi kêf û şahî Newroza xwe pîroz dike. Em serkeftinê ji meletê xwe re dixwazin”

Newroza îsal li Cizîra Rojavayê Kurdistanê, bi awayekî xweş û geş û cuda, bi hêviyên mezin hate sazkirin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin