Li Rojava 2 milyon û 150 hezar kes bê ceyran mane

Li Rojava 2 milyon û 150 hezar kes bê ceyran mane

.

A+A-

Hat aşkere kirin ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku 2 milyon û 150 hezar kes ji ber êrîşên Tirkiyê bê ceyran mane û di şeş mehên dawî de ziyana maddî ji milyarek dolarî derbas bûye.

Li gorî Malbenda Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di êrîşên esmanî yên Tirkiyeyê de, cihên sivîlan, bendav, santralên elektrîkê û Avahiyên giştî yên wekî şebekeyên avdanê hatin rûxandin. Herî kêm 45 kes mirin. Tirkiyeyê di 5ê Çiriya Pêşiyê de li dijî  herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên esmanî dabû destpêkirin.

Rêveberiya Zeviyên Petrolê ya Rimêlanê têkildarî ziyanên maddî raporek weşandiye. Di raporê de hat diyarkirin ku li başûrê Hesekê û Dêrezorê bandora êrişan li cihê nan çêkirin û stasyonên avê bûne.

Xerciyên avakirina nû

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, li herêmên Rêveberiya Xweser ji ber ku hin îstasyon bi temamî ji xizmetê ketine 2 milyon û 150 hezar kes bê ceyran mane.

Di raporê de hat diyarkirin ku li herêmê 13 bîrên petrolê hatin bombebarankirin û ev jî tê wateya 35 milyon û 351 hezar û 228 dolar ziyana maddî. Di 6 stasyonên komkirina petrolê de jî 96 milyon û 565 hezar dolar zirar çêbû. Lêçûna nûavakirin û çakkirina navendên petrolê yên ku bûne hedefa êrişan 7 milyon û 500 hezar dolar e.

Di raporê de her wiha hatiye gotin ku ji ber êrîşan dahata xezîneya Rêveberiya Xweser herî hindik 540 milyon dolar kêm bûye. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin