Li Rihayê Navenda Lêkolînên Serdema Neolîtîk tê avakirin

Li Rihayê Navenda Lêkolînên Serdema Neolîtîk tê avakirin

.

A+A-

 Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, ji bo lêkolînên Serdema Neolîtîk, Navenda Lêkolînên Serdema Neolîtîk tê avakirin.

Riha bi Girê Miraza ku di lîsteya Mîrata Cîhanê ya UNESCOyê de ye û dîroka wê vedigere berî 12 hezar salan û bi cihên din ên dîrokî bala mirovayetiyê dikşîne. Herî dawî jî li gundê Sêderiyê cihê dîrokî Qûça Keçlê wate (Qûça Keçel) hat tespîtkirin ku bi Girê Miraza re hevdîrok e.

Ji bo sûd wergirtina ji zanyariyên cihên dirokî bo mirovahiyê Navenda Lêkolînên Serdema Neolîtîk tê avakirin ku mirovên zanyar li cihên dîrokî lêkolînên bikin.

Rêveberê Muzexaneya Arkeolojiyê Celal Uludag dibêje, “Guherîna herî girîng a li ser mirovahî û civakê bi Girê Miraza ku sala 1995an kolandinê lê dest pê kir. Lêkolînên li Girê Miraza ji bo cîhana zanistê gelek girîng in. Ji ber ku Girê Miraza hemû rastiyên tên zanîn guhert. Bi taybetî di warê niştecîbûna mirovan de Girê Miraza hemû tiştên tê zanîn serûbin kirin.”

Cihên dîrokî yên Rihayê bala zanistê dikşîne û derbarê Serdema Neolîtîk de zanyariyên girîng dihewînin.

Rêveberê Muzexaneya Arkeolojiyê tekez dike, “Ji bo cîhana zanistê Girê Miraza, Qûça Keçlê û kolandinên Serdema Neolîtîk cihên gelekî girîng in. Piştî xebatên li Girê Miraza, Qûça Keçlê û girên din Riha ji bo Tirkiye û cîhanê derket asta paytexta neolîtîk.”

Bakurê Kurdistanê û bi taybetî Riha bi cihên xwe yên dîrokî gelekî dewlemend in. Herî dawî muzexaneyên Dêrsim, Wan û şûnwarê dîrokî yê li gundê Xirabreşkê Girê Miraza “Bo Xelata Mûzexaneya Salê ya Ewropayê ya 2022ê” man fînalê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin