Li quntara Çiyayê Gabarê petroleke zêde hat dîtin

Li quntara Çiyayê Gabarê petroleke zêde hat dîtin

.

A+A-

Li quntara Çiyayê Gabarê li gundê Daray ê Şirnex a Bakurê Kurdistanê, yedekeka nû ya petrolê hat dîtin. Li gorî Wezareta Enerjiyê ya Tirkiyê ev yedeka petrolê, 150 milyon bermîl li xwe digire. Li gorî wezaretê di sala 2022an de di encama lêgerîna karûbarê petrolê de, yedeka herî dewlemend ev e û nirxê wê jî 12 milyar dolarê Amerîkî ye.

Li Çiyayê Gabarê her nêzîkî wê zeviya ku nû hatiye dîtin, ji xwe 4 bîrên petrolê hene û rojane 6 hezar bermîl petrol ji wan tê derxistin. Piştî dîtina vê yêdekê, hejmara bîran dibe 10 û pêşbînî ew e ku rojane 10 hezar bermîl ji wê deverê bêne derxistin.

Li gundê ku di halê heyî de di çar bîrên petrolê de rojane 6 hezar bermîl petrol tê derxistin yedekeke nû ya petrolê hat dîtîn ku ew yedek 150 milyon bermîl e û nirxê wê 12 milyar dolarê Amerîkî ye.

Serokê Jûra Bazirganîya Şirnexê Osman Gelîş got, “Niha em dibêjin ew petrola hatiye dîtin ji heremê re li ser xêrê be. Xwedê zêde bike û Xwedê bereketê bixê. Em wisa bawer in ku ji bo pêşveçûna herêmê ji yê menfeata wî petrolê hebe. Pirsgirêka me ya mezin rê û rêbazên me ne. Bi petrolê re pêşî dê li rê û rêbazên me xweş bibin. Ciwanên me yên betal gelek zêde ne. Divê petrola ku derket ji wan re bibe deriyê kar û nanê wan.”

Keşfa yedeka nû ya petrolê ji şêniyên gund re jî bûye cîhê kelecaneke nû. Ew dibêjin ji ber ku petrol di erdê gundê wan de ye divê ew bêhtir jê sûdê bigirin.

Kebanî Nesîbe Bîrlîk anî ziman, “Petrol baş e, Xwedê bike kanî wek vê avê biherike belkî sûdekê bide feqîran jî.”

Cotkar Bedrî Yilmaz anî ziman, “Divê menfaeteke me jî jê hebe. Divê sûdê bide me.”

Cotkar Gazî Yilmaz got, “Çar bîr hene, ya pêncan jî xilas kirine ew ê jî çalak be înşelah. Hêviya me ji Xwedê em bi petrolê zengîn bibin û êdî hewceyî dewletê kafiran nebin.”

Cotkar Hesen Yilmaz anî ziman, “Em gelek kêfxweş in gelek baş e, ji vê çetir tiştek nîn e, yanî feyda me jî jê heye, ya milet jî jê heye lê kêmasîya me ev e, em nikarin di nav zeviya xwe de ajelan xwedî bikin, em nikarin pez xwedî bikin li vir. Divê me tê de bişixulînin, divê elektirîka me bêpere be. Divê di her warî de ew alîkariyê bidin me.”

Li gorî wezîrê enerjîya tirkiyê Fatîh Donmez bi dîtîna yedeka nû a petrolê ténê li çîyayê gabarê hilberîna petrolê yê rojane derkevê zêdetirî 10 hezar bermîl î û her waha lêgerîn ji bo yêdekên nû jî berdewam in.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin