Li Qamişlo êrîşî keça sekreterê Partiya Çep a Kurd hat kirin

Li Qamişlo êrîşî keça sekreterê Partiya Çep a Kurd hat kirin

.

A+A-

 Partiya Çep a Kurd li Sûriyê ku partiyeke di nav Rêveberiya Xweser de ye dibêje, 2 çekdarên ser û çav nixumandî li Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê êrîşî keça sekreterê partiya wan kirine û gef li sekreterê partiyê Mihemedê Mûsê xwarinê û di nameyekê de jê re gotine divê dest ji karê hizbî berde.

Sekreterê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mihemedê Mûsê beşdarî bultena Rûdawê bû li ser êrîşa keça xwe axivî.

Mihemedê Mûsê li ser êrîşê û rewşa dawî ya keça xwe got, “Bi tiştekî wek kêrê li destên û nigên wê xistine, ew birîn kirine, niha rewşa wê baş e.”

Mihemedê Mûsê anî ziman, “Keça min endama rêveberiya Partiya Çep a Kurd li Sûriyê ye, ez sekreterê partiyê me, bi zelalî jê re gotine divê bavê te dev ji karê siyasî berde û heger dev ji karê siyasî bernede wê pêşeroja wî gelekî xirab be. Li ser dîwarê partiyê jî nivîsandine “Mihemedê Mûsê divê tu dev ji karê siyasî berde” û ez dixwazim bêjim ev ne cara yekem e ku gef wek malbat û wek sekreterê partiyê li me tê xwarin.”

Mihemedê Mûsê her wiha got, “Berê jî êrîş li me hat kirin, yek ji wan niha di girtîgehê de ye lê ne diyar in kî ne.”

Her wiha Partiya Çep a Kurd li Sûriyê jî di daxuyaniyek li ser êrîşa keça sekreterê Partiya Çep a Kurd û endama partiyê de got, “Roja Pêncşemê demjimêr 1:30 piştî nîvro dema ku endama wan Rojîn Mihemed Musê ji zanîngehê vedigeriya, kesekî telefona wê kiriye û jê re gotiye ku ofîsa partiya wan dişewite û ew jî çûye wir û dema derbasî ofîsê bûye, du çekdaran ew girtine û bi kêran ew birîndar kirine û jê re gotine divê bavê te dest ji karê siyasî berde.”

Partiya Çep a Kurd li Sûriyê ev êrîş şermezar kir û destnîşan kir ku ev tawan wan natirsîne û dê di karê xwe de berdewam bibin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin