Li Qamişlo du rojnamevan hatin girtin

Li Qamişlo du rojnamevan hatin girtin

.

A+A-

 Li Bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, şeva derbasbûyî 2 rojnamevan ji aliyê hêzeke ewlekariyê ve hatin girtin.

Endamê Polîtbîroya Partiya Yekîtî Kurdistan- Sûriye Meirûf Mela Ehmed ragihand, ku kurê wî Bawer ku nûçegihanê Yekîtî Medya ye, ji aliyê hêzeke ser bi PYDê ve hatiye girtin û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Her şeva borî, rojnamevan û nivîskar Sebrî Fexrî jî li bajarê Qamişloyê hatiye girtin.

Li gorî cîranekî Sebrî Fexrî, hêzeke ji Asayişê piştî lêdan û sivikatîkirinê ew rojnamevan û nivîskar girtine.

Hêzên ku herdu rojnamevan girtine, dest danîne ser telefonên wan û bi xwe re birine.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin