Li Parlamentoya Ewropayê hat xwestin ku ambargoya çekan li ser Tirkiyeyê bê danîn

Li Parlamentoya Ewropayê hat xwestin ku ambargoya çekan li ser Tirkiyeyê bê danîn

.

A+A-

Parlamentera Ewropayê ya ji Yûnanistanê Afroditi Latinopoulouyê di axaftina xwe ya li Parlamentoya Ewropayê de xwest ku ambargoya çekan li ser Tirkiyeyê bê danîn

Parlamenter Afroditi Latinopoulouyê di rûniştina beriya betlaneya fermî ya Parlamentoya Ewropayê de got:

"Ev axaftina min a dawî ya îsal e û wezîfeyeke min a pîroz e ku ez vê axaftinê diyarî Helenîzmê û Qibrisa me dikim."

Latinopoulouyê di axaftina xwe de ji bo Tirkiyeyê gelek daxwaz kirin ku di nav wan de ambargoya çekan jî hebû.

Afroditi Latinopoulou li Yunanistanê damezirênera partiya "Dengê Aqil" e û serkeftina xwe ya yekem bi bidestxistina kursiyên li Parlamentoya Ewropayê bi dest xistibû.

Siyasetmedara 33 salî bi boneya salvegera 51emîn a “operasyona Tirkiyeyê ya li ser Qibrisê” li Parlamentoya Ewropayê axivî.

Wê diyar kir ku divê Tirkiye tevlî bernameyên parastinê yên Ewropayê nebe û ambargoya çekan li serê were danîn.

“Ambargoya çekan dixwazim”

Siyasetmedara Yunanistanî salvegera “Operasyona Qibrisê” wekî "salvegera tarî" bi nav kir û daxwazên xwe wiha rêz kirin:

"Ez ne li vir im ku lavlavê bikim an jî tenê ji we bixwazim ku hûn bi bîr bînin.

Ez li vir im da ku ceza bixwazim. Ez sizayan dixwazim, ambargoya çekan dixwazim.

Rawestandina dan û standinên endamtiyê dixwazim, dixwazim ku (Tirkiye) bi ti awayî tevlî bernameyên parastinê yên Ewropayê neyê kirin."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin