Li Ormiyê 4 girtî hatin bidarvekirin

Li Ormiyê 4 girtî hatin bidarvekirin

.

A+A-

Li bajarê Ormiyê yê Rojhilatê Kurdistanê 4 girtî hatin bidarvekirin.

Malpera mafên mirov ya Hengaw ragehandiye, îro danê sibê li nav girtîgeha navendî ya Ormiyê de 4 girtî, ku nayê zanîn gelo kurd bûne yan na, hatin bidarvekirin.

Li gorî agahiyan, ew kesên han bi tohmeta kuştinê hatibûn girtin û bi sizayê qîsas hatibûn mehkûmkirin.

Navê wan girtiyên ku hatine bidarvekirin, wiha ye:

Muqedem Elîzade, Husên Ebaszade, Hemdullah Alemî û Feyzullah Qurbanî.

Girtiyên han xelkê bajarên Ormiye, Selmas û Xoy bûne.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin