Li nêzîkî Hewlêrê hejmarek moşek ketin xwarê

Li nêzîkî Hewlêrê hejmarek moşek ketin xwarê

.

A+A-

Rêveberê Nehiya Quştepe ya Hewlêrê ragihand ku çend guleyên hawinê yan jî moşekên 122 milîm li nêzîkî gundên Dolebekre, Doleze, Eliyawa, Teterawe û Baştepe yên ser bi nehiya Quştepe ya li sînorê parêzgeha Hewlêrê ketin xwarê.

Hat diyarkirin ku ew guleyên hawinê li çolê ketine û ti zirarên madî û giyanî tune ne.

Li aliyê din medya nêzîkî Heşda Şeibî ragihandiye ku bombebaran bi rêya 7 moşekên 122 milîm hatiye encamdan, lê belê li ser aliyê berpirsê bombebaranê ti agahî nehatiye eşkere kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin