
Li mizgefteke Humisê teqînek çêbû: Kuştî û birîndar hene
.
Li bajarê Humisê yê Sûriyeyê teqînek di nava mizgeftekê de pêk hat. Li gorî zanyariyan, 5 kesan jiyana xwe ji dest daye û 21 kesên din jî birîndar bûne.
Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand, teqîn îro 26ê Berçileyê di nava Mizgefta Îmam Elî bin Ebî Talib a li taxa Wadî El-Deheb a Humisê de qewimiye. Ev tax wekî herêmeke ku piraniya rûniştvanên wê Elewî ne tê naskirin û di dema teqînê de nimêjkerên Elewî ji bo nimêja Înê li hev civiyabûn.
Diyar kir jî, piştî teqînê, bi dehan ambulans berê xwe dan cihê bûyerê. Ji ber zêdebûna hejmara birîndaran, xelkê Humisê û rûniştvanên taxa Wadî El-Deheb bang li xwediyên otomobîlan kirin ku bi lez berê xwe bidin mizgeftê da ku di veguhestina birîndaran de alîkariya tîmên tenduristiyê bikin.
Çavkaniyeke ewlehiyê ji ajansa fermî ya Sûriyeyê (SANA) re ragihand, li gorî lêkolînên destpêkê, teqîn ji ber bombeyên ku ji berê de di nava Mizgefta Îmam Elî de hatibûn çandin pêk hatiye. Di encamê de jî, 5 kesan jiyana xwe ji dest daye û 21 kesên din jî birîndar bûne.
Li gorî agahiyên ji qadê, piştî rûdanê di navbera xelkê de tirs û xofeke mezin çêbû. Hêzên ewlehiya giştî ya hikûmetê gihîştina cihê bûyerê de, ji bo dûrxistina qelebalixiyê û kontrolkirina herêmê.
Heta niha tu grûp an rêxistineke terorî berpirsiyariya vê êrîşa li ser mizgeftê negirtiye ser xwe. Lê belê, ev êrîş wekî hewildaneke ji bo gurkirina nakokiyên olî û tayîfî li Sûriyeyê tê nirxandin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin