Li Mihabadê pêşangeha zivistanê ya kitêban hat vekirin

Li Mihabadê pêşangeha zivistanê ya kitêban hat vekirin

.

A+A-

  Li bajarê Mihabadê yê Rojhilatê Kurdistanê, pêşangeha zivistanê ya kitêban bi navê “Dîrok”ê û bi daşkandineke berçav hat vekirin û biryar e 20 rojan berdewam be.

Birêveberê wê pêşangehê Kambîz Îbrahîmzade ragehand, “Vekirina pêşangeha Dîrokê, ew pêşwaziya germ a welatiyan û xwîneran li pêşangeha berê bû.” Herwesa got, “Ji bo îsal jî pêşangeha kitêban bi daşkandina 10% heta 50% li ser mijar û berheman hatiye vekirin û dê heta roja 28ê Şibata îsal berdewam be.”

Îro (Duşem, 10.02.2025) roja duyê ya pêşangeha kitêban e li bajarê Mihabadê. Îbrahîmzade li ser rêjeya daşkadina li ser kitêbên pêşangeha Dîrokê amaje da, “Rêjeya daşkandinê li ser zincîra kitêbên seyda Mihemdê Qazî 10%, li ser kitêbên Kurdî 20%, li ser kitêbên Ingilîzî 30%, li ser kitêbên giştî 40% û herwesa li ser kitêbên girêdayî zarok û ciwanan jî 50% ye.”

Pêşangeha zivistanê ya kitêban duhî (Yekşem, 09.02.2025) li avahiya Wehdetê yê Mihabadê bi berçavkirina zêdetirî du hezar û 200 navnîşanan hat vekirin, ku zêdetirî 650 hezar kitêban Kurdî ne.

(K24) 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin