Li Mêrdînê wê Kargeha Şanoyê pêk were

Li Mêrdînê wê Kargeha Şanoyê pêk were

.

A+A-

Kargeh wê 20ê Tebaxê destpê bike û Çetoyê Zêdo û Recep Îçen wê dersan bidin.

Li Mêrdînê wê Kargeha Şanoyê pêk were. Kargeh wê 20ê Tebaxê li avahiya Konfederasyona Sendîkayên Karmendan (KESK) destpê bike.

Di kargehê de Çetoyê Zêdo û Recep Îçen wê bi kurmancî dersan li ser şanoyê bidin. Kesên li Merdîn û navçeyên wê dijîn dikarin serî li kargehê bidin. Piştî bername qediya wê bi beşdaran lîstikek şanoyê were amadekirin.  

Dersdar heke ku serlêdan çêbibin ji bilî vê kargehê dixwazin kargeheke din jî bi şanogeran re li dar bixin. 

Ji bo serlêdan û têkilîyê: 0553 093 45 60

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin