Li Mêrdînê Civîna Partîya Welatparêzên Kurdistanê(PWK)

Li Mêrdînê Civîna Partîya Welatparêzên Kurdistanê(PWK)

.

A+A-

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê(PWK) Mustafa Ozçelîk li gel rêvebirên PWKyê îro(22.09.2023) li Teşkîlata Partîya Welatparêzên Kurdistanê(PWK) ya Mêrdînê civînek li dar xistin.

Serokê Teşkîlata Mêrdînê ya PSKyê Salihê Omerî, nûnerê Tevgera Avakirina Demokratî Kurdistanî-Sûrya Mehmûd Remo, Serokê Komeleya Cotkarên Qoserê Mîkaîl Erbey, rêvebir û endamên PWKyê û sîyasetmedar û rewşenbîrên Kurd beşdarî civînê bûn.

Qoser TVyê jî civîn şopand.

Rêvebirê PWKyê Bedran Acar, bixêrhatina beşdarên civînê kir û ji bo şehîdên Kurdistanê deqîqeyekê rêz hate girtin.

Paşê Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk û rêvebirê PWKyê Mehmet Can Azbay, bi kurdî di derbarê damezrandin, sîyaset û nêrînên Partîya Welatparêzên Kurdistanê(PWK) da agahdarî dan.

Beşdarên civînê jî pirsên xwe kirin, bîr û ray û piştgirîya xwe pêşkêş kirin.

Civîna Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bi beşdarîyeke berbiçav û bi awayekî berhemdar birêveçû.

3-397.jpg5-237.jpg4-313.jpg6-181.jpg8-106.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin