
Li Mêrdîn û Rihayê qedexe hat ragihandin
.
Li parêzgehên Mêrdîn û Rihayê yên Bakurê Kurdistanê qedexeya çalakiyan hat ragihandin.
Li her du bajaran hemû cure çalakî, meş û xwenîşandan 5 rojan hatin qedexekirin.
Parêzgariya Mêrdînê ragihand ku ji roja sêşemê heta dawiya roja şemiyê (di navbera 27 û 31ê Kanûna Paşîn a 2026an de), hemû çalakî hatine qedexekirin.
Divê were gotin îro li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê dê meşek were lidarxistin û êrişên li Rojavayê Kurdistanê bên şermezarkirin.
Parêzgariya Mêrdînê di daxuyaniya xwe de îdia kir ku ev qedexe bi hinceta “parastina ewlehiya giştî, rêgirtina li ber bûyerên tundiyê û pêkanîna aramiya bajêr” hatiye ragihandin.
Li Rihayê jî qedexe heye
Piştî Mêrdînê, Parêzgariya Rihayê jî daxuyaniyek belav kir û ragihand ku li seranserê bajêr qedexe hatiye sepandin.
Li gorî daxuyaniyê, meşên xwenîşandanê, çalakiyên rûniştinê, daxuyaniyên çapemeniyê û çalakiyên protestoyî li Rihayê jî 5 rojan hatine qedexekirin.
Ev biryarên qedexeyê di demekê de ne ku li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê, xelk ji destpêka êrişên Artêşa Ereban a Sûriyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê û herêmên HSDyê ve, daketiye qadan û meşên piştgiriyê li dar dixin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin