Li Mehabadê di xwepêşandanekê de jineke 62 salî jiyana xwe ji dest da

Li Mehabadê di xwepêşandanekê de jineke 62 salî jiyana xwe ji dest da

.

A+A-

 Li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê de jineke 62 salî ya ku di xwepêşandanê de birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da.

Li gorî çavkaniyeke ku ji bajarê Mehabadê ji Rûdawê re ragihand ku jina 62 salî ya bi navê Hacer Ebasî ku duh di xwepêşandanê de birîndar bûbû, îro jiyana xwe ji dest da.

Bûyera canjidestdana Jîna Emînî

Jîna Emînî ya 22 salî û xelka Seqizê êvara roja Sêşembê 13ê Îlona 2022 li stasyona Heqanî ya metroya Îranê ji aliyê Polîsê Exlaqê yê Tehranê ve bi hinceta pabendnebûna bi hicaba îsalmî hatibû desteserkirin û paşê bo girtîgeheke polîsan li cadeya Wezîran a Tehranê hatibû şandin.

Kesên ku bi Jînayê re hatibûne desteserkirin ji medyayên Îranê re gotine, di dema veguhastina bo girtîgeha demkî ya polîs de, hêzên polîsa li Jînayê xistine, piştre li navenda polîs rewşa wê ya tendirustiyl xirab bûye û ew di demeke dereng de rakirine nexweşxaneyê.

Jîna Emînî roja 16ê Îlonê piştî ku sê rojan li Nexweşxaneya Kesra ya Tehranê ma, û di demekê de ku di komayê de bû û mejiyê wê rawestiyabû, canê xwe ji dest da û duh di merasimeke girseyî de bi beşdariya hezaran welatiyên Kurd li Seqizê hat veşartin.

Bûyera ku li Tehranê bi serê Jîna Emînî de hat, li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, herwiha li parçeyên din ên Kurdistanê û tevahiya cîhanê deng veda û gelek bertek û nerazîbûn li pey xwe anîn.

Di 4 rojên bihorî de li bajarên Sine, Seqiz, Kamyaran, Dêhgolan, Dîwandere, Mihabad, Bokan û Şino yên Rojhilatê Kurdistanê û herwiha li bajarên Tehran, Reşt, Îsfehan û hin cihên din ên Îranê jî li dijî kuştina Jîna Emînî xwepêşandan hatin lidarxistin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin