
Li Kirmaşanê 2 bira di xwenîşandanan de hatin kuştin
.
Li bajarê Kirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanêdi encama gulereşandina hêzên ewlehiyê de du birayên ciwan jiyana xwe ji dest da.
Xwenîşandanên ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji ber krîza aborî dest pê kirine canê mirovan distînin.
Li Îranê bilançoya xwenîşandanên ku ji 28ê Kanûna Pêşîn a 2025an ve li dijî bilindbûna zêde ya nirxê diravan û bihayan didomin giran dibe.
Herî dawî hat ragihandin ku li parêzgeha Kirmaşanê du bira ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine kuştin.
Li gorî zanyariyên Ajansa Nûçeyan a Kurdpayê, di dema midaxeleya hêzên ewlehiyê de du birayên bi navê Resûl Kedîveryan û Reza Kedîveryan hatine hedefgirtin.
Hat diyarkirin ku Resûl Kedîveryanê 17 salî li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye.
Birayê wî Reza Kedîveryanê 20 salî jî bi giranî birîndar bûye û şeva yekşemê li Nexweşxaneya Teleqaniyê ya ku lê dihat dermankirin canê xwe ji dest daye.
Rêxistinên mafên mirovan ragihand ku termên her du ciwanan hîn radestî malbatên wan nehatine kirin.
Xwenîşandan li 60 bajaran belav bûn
Pêla girev û xwenîşandanan a ku 28ê Kanûna Pêşîn li Tehranê dest pê kir, heta niha li 25 parêzgehan li 60 bajaran belav bûye.
Sedema sereke ya xwenîşandanan, ranewestandina enflasyonê û têkçûna aborî ya ji ber daketina bilez a nirxê Riyalê Îranê ya li hemberî dolar e.
Hejmara kuştiyan derket 24an
Li gorî amarên dawî yên rêxistinên mafên mirovan, ji destpêka xwenîşandanan ve hejmara kesên canê xwe ji dest daye derketiye 24an.
Ji wan kesên ku canê xwe ji dest daye 20 kes ji bajarên Rojhilatê Kurdistanê ne.
Tê gotin ku ji roja destpêkirina bûyeran ve li seranserê Îranê zêdetirî 700 kesî hatine desteserkirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin