
Li Keleha Zêrzevanê pergala belavkirina avê ya 1800 salî hat dîtin
.
Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê li Keleha Zêrzevanê ya 3 hezar salî pergala belavkirina avê ya 1800 salî hat dîtin.
Keleha Zêrzevanê 13 kîlometreyan dûrî navçeya Çinarê ye û li ser girê zinaran ê ku 124 metreyan bilind e û wekî baregeha leşkerî hatiye avakirin.
Perestgeha Mîthrasê ya ku li dinyayê ya dawî ye, di nava kelehê de hat derxistin.
Keleh bi kolanên zanistî dîrokê ronî dike.
Keleh li lîsteya UNESCOyê hatiye zêdekirin
Ew keleh sala 2020î li Lîsteya Berwext a Mîrateya Dinyayê ya UNESCOyê hat zêdekirin û ji bo geştyariyê ciheke girîng a Amedê ye.
Li kelehê ji aliyekî ve xebatên kolandinê didomin û ji aliyê din ve mazûvaniya mêvanên xwemalî û biyanî dike.
Kolana li kelehê sala 2014an dest pê kir û seranserê salê berdewam dike.
Heta niha li kelehê û 1000 donim qadeke derdora kelehê sûrên berê hatine derxistin ku 15 metreyan bilind in û 1200 metreyan dirêj in.
Her wiha qûleya çavdêrî û parastinê ya ku 21 metreyan bilind e, dêr, avahiya rêvebirinê, avahî, depoyên dexl û den û çekan, gorên nava zinaran, qanalên avê û 63 sarincên avê, dêra binerd, sitargeha ku 400 kes dikevinê, dirbên veşartî hatin dîtin.
Dîsa perestgeha binerd a dînê Mîthrasê ku piştî mîladê sedsala 4em bi qebûlkirina Xristiyaniyê ve qîmeta wê kêm bûye û qadeke ji bo mersimên dînî û ayînên Perestgeha Mîthrasê hat dîtin.
Xebatên restorasyonê hatin destpêkirin
Îsal li kelehê xebatên restorasyonê jî hatin destpêkirin û di xebatên kolanê de herî dawî pergala belavkirina avê ya 1800 salî hat dîtin.
Li gorî tesbîtan pergala belavkirinê ava sarincan digihîne avahiyên din ên kelehê û Perestgeha Mîthrasê.
“Me cara ewil mînaka pergala belavkirina avê dît”
Serokê Heyeta Kolanê Prof. Dr. Aytaç Coşkun got ku ji dewra Asûriyan pê ve keleh bûye baregeh û wiha domand:
“Di kelehê de pergala avê ya newaze ya dewra Romayê heye. Me heta li dervayî sûran qanalên avê tesbît kirin.
Di kelehê de 63 sarincên avê hene. Tenê sarincek 4 hezar ton avê hildide.
Ji 3 çavkaniyên ku niha miçiqîne û 8,5 kîlometreyan dûrî kelehê ne, bi rêya kember û qanalan av anîne van sarincan.
Me di kelehê de cara ewil mînaka pergala belavkirina avê dît.
Av ji qanalan re pêşiyê diherike sarincan, ji sarincan jî bi rêya pergala belavkirina avê diherike avahiyên din û Perestgeha Mîthrasê.
Me cara ewil pergala avê ya kelehê keşif kir.”
Coşkun diyar kir ku di pergala belavkirina avê ya ku wan keşif kiriye de bermahiyên kûngê (lûleyên avê yên ji axê pijyayî hatine çêkirin) jî hatine dîtin û ev yek ji bo nîşandana ku sîstema bi zextê şandina avê ya di wê serdemê de li kelehê hatiye bikaranîn girîng e.
Coşkun wiha got, “Av bi van boriyan bi zextê ber bi cihên bilind ve tê derxistin.
Bi vî awayî av li seranserê qadê tê belavkirin. Di sarinca tonozkirî de sîstemeke şelaleya biçûk hatiye avakirin, paşê jî bi qanalê ve hatiye girêdan.
Her wiha bikaranîna sîstema kûngê, av bi zextê ber bi cihên jor ve hatiye derxistin û li qadên din hatiye belakirin.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin