Li kampa Holê şewat derket: Mirî û birîndar hene

Li kampa Holê şewat derket: Mirî û birîndar hene

.

A+A-

Li kampa Holê şewat derket û di encama şewatê de jinekî jiyana xwe ji dest da û du kesên din jî birîndar bûn.

Li kampa Holê ya li parêzgeha Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ku  jin û zarokên çekdarên DAIŞê lê dimînin, agir derket û di encam de jinekê jiyana xwe ji dest da û jineke din li gel zarokekî birîndar bûn.

Li gorî zanyariyên xwecihî kesên ku di şewatê de birndar bûn ji bo nexweşxaneyeke bajarê Hesekê hatin veguhestin. 

Herwiha heta niha sedema derketina şewtê jî nediyar e û Asyîşê jî di derbarê bûyerê de ti daxuyani belav nekiriye.

Kampa Holê

Kampa Holê dikeve rojhilatê parêzgeha Hesekê li Cizîra Rojavayê Kurdistanê.

Li gor amarên Netewên Yekbûyî li Kampa Holê, 66 Hezar û 101  kes hene, ku ji 60 welatî çûne Sûriyê û tevlî DAIŞê bûne.  Ji %39 ji wan xelkên Sûriyê ne, hejmara wan 25 Hezar û 780 kes in.

Ji %46 ji wan Iraqî ne, hejmara wan 30 Hezar û 724 kes in.  Ji %15 ji wan xelkê welatên din in, ew jî 9 Hezar û 597 kes in, û xelkê 66 welatan in.

Li Kampa Holê 18 hezar û 208 malbat  hene  û %96 ji wan jin û zarok in,  %66 ji wan zarokên di bin 18 salî re ne.

Li gorî amarên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya ji bo zarokan, UNICEFê, hejmara zarokan li wê kampê 28 hezar in.  Bêhtirî 7000 zarok ji wan, xelkê welatên din in.  77 zarok sêwî ne, bav û diyên wan di şer de hatine kuştin.  12 hezar girtiyên çekdarên DAIŞî jî hene.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin