Li Îzmîrê hejmareke zêde ya Kurdan karê mîdyeyan dikin

Li Îzmîrê hejmareke zêde ya Kurdan karê mîdyeyan dikin

.

A+A-


Kurdên ku çûne metropolên Tirkiyê li her bajarekî li gorî taybetiyên wî bajêrî ji xwe re karek anko deriyekî dahatê peyda kirine. Kurdên Îzmîrê jî ku piraniya wan ji Mêrdînê ne, karê Midyeyan dikin. Midye ajelekî avî û zêdetir ji deryayan tê derxistin weke dolmeyan tê amadekirin.

Midye ajeleke avî ye û di dibê deryayan de dijî, ew ajelê biçûk li Îzmîrê ji bo bi sedan malbatên kurd bûye deriyê dahatê, zilam, jin zarok bi dehan kes rojane di paqijkirin û amadekirina mîdyeyan de kar dikin. Midye piştî ku ji derya hatine derxistin tên şandin bo cihê paqijiyê. Ridvan kurdekî Mêrdînê ye û ew bi salan e bûye êdî hosteyekê temam ê paqijkirina mîdyeyan.

Hosteyê mîdyeyan Ridvan Mêrdînî got: “Em li vir karê pqijkirina mideyayan dikin. Midye ji behrê derdikevin û digehin ber destê me. Em yek bi yek hemûyan derdixin û hundirê wan vedikin.  Kevlikên wan yek bi yek tên paqijkirin. Dawiyê ji bo dagirtina birinc amade dibin.”

Li taxên Îzmîrê li bin piraniya  xaniyan de depoyên parastinê û amadekiriyan mîdyeyan hene, mîdye piştî ku hatine paqijkirin weke dolmeyan tên dagirtin. Karê dagirtinê zêdetir ji aliyê jinan û zarokan ve tê kirin.

Hosteya Mîdyeyan Gulê Mêrdînî jî dibêje: “Piştî ku midye hatine paqijkirin em wan dadigirin. Piştî me keland em ava li ser wan vala dikin. Di hundirê wê de bîbera reş, du-sê dermanên din û bîbera pûl heye.”

Qonaxa sêyam a amadekirina mideyayn jî kelandina wan e. Kelandina midyeyayn jî hostetiyek baş bo pêwîst e û Zeynî hosta jî li Îzmirê weke kesê herî zana yê wî karê tê zanîn. Ew rojane bi dehan mencelên midyeyan li gorî mêzan û qaîdeyên xwe dikelîne.

Hoste û firoşkarê  mîdyeyan wiha behsa karê xwe kir: “Piştî ku me beroşa xwe tijî kir û heta derê wê em tijî dikin, 3 heta 4 litre avê em lê dikin. Piştî ku me danî ser agirî, li gorî goştê wê 25 heta 30 xulekan dikele eger goşt çir be dibe ku zêdetir jî bikele. Piştî 25 deqa em ava li ser vala dikin, piştî me ava wê hemî rijand em beroşa xwe careke din amade dikin û rûn dixin beroşê, piştî wê nêzîkî deqeke din li ser agirî dimîne û êdî midye ji bo xwarinê amade dibin.”

Mîdye êdî bo çûna nav bazarê amade ne. Li serê her kolanekê midye firoşên Kurd tên dîtin. Hinkes yek bi yek hin kes kîlo bi kîlo midyeyan dikiriin. Heman demê geştiyarên seredana Îzmîrê dikin jî elaqeyekê mezin nîşanê midyeyan didin.

Hemwelatî Selma Demîr jî got: “Zarokên me gellek jê hez dikin. Malbat gellek jê hez dikin eger em bikarin em car car li malê çê dikin. Gellek caran em bi kîlo kîlo ji bo mêvanên xwe jî dibin. em car car li malê çêdikin em car car jî li nav bazarê dikirin.”

Li Îzmîrê  ne tenê li ser dezgahena lê êdî li restorantan jî midye tên firotin û heta restorantîm taybet bi mîdeyyan hene û gellek caran jî mîdye dibe  xwarina ser sifreya mêvanên bi qedr û qimet. Dîroka çêkirina mideyyan heta serdema Bîzansiyan diçe li Tirkiyê mîdye weke xwarina ermanan tê nas kirin  ji ber ku di serdema Osmaniyan de ji aliyê Ermeniyan ve dihat çêkirin. Li gorî amaran li Tirkiyê salane derdore 200 hezar ton midye tê serifkirin, lê berhemê navxwe tenê 3 heta 4 hezar ton e û pêwîstiya din ji dervey Tirkiyê tê dabînkirin.


Şewket Herkî (Rûdaw) 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin