Li Iraqê herî kêm 10 xwepêşanderên din hatin kuştin

Li Iraqê herî kêm 10 xwepêşanderên din hatin kuştin

Komîsyona mafên mirov ya Iraqê ragihand, di heyama 24 saetên borî de herî kêm 10 xwepêşander li Iraqê hatine kuştin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Komîsyona mafên mirov ya Iraqê ragihand, di heyama 24 saetên borî de herî kêm 10 xwepêşander li Iraqê hatine kuştin.

Xwepêşandan û alozî li paytext Bexda û çend bajar û parêzgehên din yên Iraqê didomin.

Komîsyona mafên mirov ya Iraqê ragihandîye, di heyama 24 saetên borî de li Bexda, Dîyale, Besra, Zîqar û Kerbela herî kêm 10 xwepêşander ji alîyê hêzên ewlehîyê ve hatine kuştin.

Komîsyonê daye zanîn, di wan alozîyan de 135 kes birîndar bûne û 88 kes jî hatine girtin.

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin