Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê xwendekarên lîseyê jî dest bi xwepêşandanê kirin

Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê xwendekarên lîseyê jî dest bi xwepêşandanê kirin

.

A+A-

Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûnê yên li dijî kuştina keça Kurd Jîna Emînî û herwiha tundiya hêzên emnî li beramber xwepêşanderan berdewam in û nerazîbûn û xwepêşandan derbasî nav dibistanan û navendên xwendinê bûne.

Li Rojhilatê Kurdistanê roja Sêşembê 4ê Cotmeha 2022an di 17mîn roja xwepêşandanan de li bajarên Sine, Seqiz, Merîwan, Urmiye, Bokan û Kirmanşanê, xwendekarên keç ên qonaxên navendî û lîseyê bo derbirîna nerazîbuna xwe li hember kuştina Jîna Emînî, tundiya li hember jinan li Îranê û herwiha tundiya hêzên emnî li beramber xwepêşanderên nerazî xwepêşandan kirin, serpoşên xwe avêtin û dirûşm gotin.

Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê xwenekarên keç ên hejmarek dibistanan û lîseyê bê serpoş û hîcaba fermî ya li Îranê daketin cade û kolanan û li dijî hikûmetê silogna gotin.

Li bajarê Seqizê jî xwendekaran dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” gotin, ku niha bûye dirûşma serekî ya xwepêşandanên li seranserê Îranê jî.

Herwha li bajarê Tehran, Kerec, Meşhed, Şîraz, Gîlan, Qom, Îsfehan, Tewrêz, Kirman, Yezd û çên bajarên din ên Îranê jî xwendekarên keç ên lîseyê û zanîngehan, bi mebesta derbirîna nerazîbuna xwe li dijî kuştina Jîna Emînî û desteserkirina xwendekarên nerazî yên zanîngehan di rojên bihorî de, li ser polan amade nebûn û xwepêşandan kirin.

Li bajarê Şîrazê herwiha xwendekarên kur jî dest bi xwepêşandanê kirin û li dijî rêberê Îranê dirûşm gotin. Xwendekarek dibêje, “em nikarin dersê bixwînin di demekê de ku gencên me wek pelkan diwerin, birayên me, xwîşkên me, bav û birayên me.”

Li aliyekî din 65 mamostayên Zanîngeha Şerîf a Tehranê di daxuyaniyeke nivîskî de piştgiriya xwe bo xwendekarên zanîngehê nîşan dan û daxwaz ji hikûmeta Îranê kirin, ku tundûtîjya li gel xwendekaran rawestînin.

Li bajarên Sine û Seqizê jî hejmarek ji mamosteyên dibistanan dest bi grevê kirin û li navendên xwendinê amade nebûn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin