Li Îranê nerazîbûna jinan!

Li Îranê nerazîbûna jinan!

Serokê Dadgeha Şoreşa Îslamî ya Tehranê ragihand, kesên ku dersoka (xawik) xwe bêxin û dîmenên xwe tomar bikin û di torên civakî de belav bikin, dê bêne cezakirin.

A+A-

Serokê Dadgeha Şoreşa Îslamî ya Tehranê ragihand, kesên ku dersoka (xawik) xwe bêxin û dîmenên xwe tomar bikin û di torên civakî de belav bikin, dê bêne cezakirin.

 

Mûsa Xezenferabadî da xuyakirin ku kesên wan dîmenan tomar dikin, hevkariya welatên dijî Îranê dikin, ji ber wê dê li ser vê mijarê bêne cezakirin.


 

Xezenferabadî diyar kir, tomarkirina dîmenên vîdyoyî ji aliyê keçan û jinan ve û şandina wan dîmenan ji bo çalakvana Îranî ya li Amerîkayê, Mesîh Elînijad, tawan e û kesên ku wê tawanê dikin, dê bêne sizadan.

 

Weke ew berpirsê Îranê dibêje, dibe ku cezayê wan jin û keçan, yek heta deh salan zîndan be. 


 

Mesîh Elînijad çalakvaneka Îranî ye ku taybet bi rewşa mafên jinan li Îranê dixebite û li Amerîkayê dijî. Mesîl Elînijad du kempînên mezin bi navê 'Azadiyên Veşartî' û 'Çarşembiyê Spî' li ser torên civakî organîze kiriye.


 

Xezenferabadî got: “Di yasayê de 3 made hene ku tomarkirina vîdyoyê weke tawan dide nasandin, yek ji wan baregehên leşkerî ye, ya din jiyana taybetî ya welatiyan e, ya sêyemîn jî hevkarîkirina li gel welatên dujmin e.

 

Kesên ku hicaba xwe rakin û vîdyoya xwe tomar bikin, an vîdyoya kesekî din tomar bikin û bişînin, li gorî madeya 508 a Yasaya Cezakirina Îslamî serederî ligel wan tê kirin, ku 1 heta 10 salan cezayê zîndanîkirinê heye.”

 

Li Îranê keç û jin li gor yasayên fermî yên welat, neçar in ku bi hicaba îslamî derkevin derve û ji bo şopandin û kontrolkirina hicabê, hikûmeta wî welatî çendîn hêz û saziyê weke Polîsê Asayişa Exlaqî û Tîmên Bangkirina Bo Başiyê û Dûrxistin ji Xirabiyê ava kirine.

 

Di wan salên dawî de, keç û jinên Îranê wêne û vîdyoyên xwe yên bê hicaba îslamî li ser torên civakî belav dikin, ku ew yek bûye sedema nerazîbûna berpirsên pilebilind ên hikûmeta Tehranê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin