Li Îranê 28 koçber mirin

Li Îranê 28 koçber mirin

Li eyaleta Sistan-Belûcistan ya Îranê di bûyera hatûçûnê de 28 koçberên ne yasayî yên ji Efxanistanê mirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Li gor medyaya Îranê, duh bi şev di saet 02.00an de li ser rêya Seravan û Haş a bajarên eyaleta Sistan-Belûcistanê du wesayîtan li hev dan. 

Di qezayên trafîkê de 28 koçberên ne yasayî yên ji Efxanistanê canê xwe ji dest dan.

Li gor daxuyanîya ku ji Sazîya Alîkarîya Bilêz ya Îranê hat dayîn, di qezayê de 26 koçberên ne yasayî jî birîndar bûn.

Birîndarên qezayê ji bo dermankirinê bo nexweşxaneyên bajarê Haşê hatin veguhestin. 

Çavkanî: Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin