Li Îranê 12 polîs hatin kuştin

Li Îranê 12 polîs hatin kuştin

.

A+A-

Li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ya li başûrrojhilatê Îranê 12 polîs hatin kuştin.

Alîkarê Parêzgarê Sîstan û Belûçistanê Elî Riza Merhemetî ragihand ku îro êrişî bargeheke polîsan hatiye kirin û 12 polîs hatine kuştin.

Naveda Ragihandinê ya Polîsê Sîstan û Belûçistanê jî bûyer piştrast kir û got, “Terorîstan li qezaya Raskê bi xayîntî êrişî baregeha polîsan kir.”

Li gorî medyayê Îranê, grûpa “Ceyşuledl”ê ku grûpeke çekdar a Belûçan e ji vê êrişê berpirsiyar e.

Li aliyê din, heta niha ti aliyî berbirsiyariyê vê êrişê li xwe negirtiye.

Li aliyê din, ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNAyê da zanîn ku di vê êrişê de 11 polîs hatine kuştin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin