Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di meha Gulanê de 170 kes hatin îdamkirin

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di meha Gulanê de 170 kes hatin îdamkirin

.

A+A-

 

Kampanyaya “Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re” ragihand ku di nav meha Gulana 2025an de, 170 kes li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatine darvekirin.

Kampanyaya “Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re” ku ji hêla girtiyên siyasî yên li 38 girtîgehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ve hatiye destpêkirin, di hefteya 70êmîn de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, hejmara darvekirinên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê zêde bûye û di nav meha Gulanê 170 kes li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatine îdamkirin.

Hate diyarkirin, di hemû darvekirinan de aliyê siyasî heye û pêvajoya dadgehkirinê ya saziyên derve û ewlekarîya Îranê ne dadperwerane ye.

Kampanyayê bang li hemû rêxistinên mafên mirovan kir ku piştgiriyê bidin girtiyan.

Kampanyaya “Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re” ji aliyê girtiyên siyasî yên li 38 girtîgehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ve hatiye destpêkirin. Ew înîsîyatîf 9ê Çileya 2023yan li dijî darvekirinan hatiye avakirin û her roja Sêşemê derbarê mijarê de daxuyaniyê dide.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin