Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 16 milyon mayînên çandî hene

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 16 milyon mayînên çandî hene

.

A+A-

36 sal bi ser şerê navbera Îran û Iraqê re derbas dibin, lê heta niha jî her sal li navçeyên sînorî yên Îran û Rojhilatê Kurdistanê, bi sedema mayîn û teqemeniyan, bi deyan kes dibin qurbanî.

Li gorî amarên medyaya Rojhilatê Kurdistanê, di dawiya 6 mehên sala bihûrî de 52 welatiyên Îranê bûne qurbaniyê teqîna mayîna ku %67ê qurbaniyan xelkê parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê ne. Li gorî amarê 30 kes ji qurbaniyan welatiyên kurd in û 5 jî penaberên Efxanîstanê ne.

Li gorî amaran di nava parêzgehên Îranê de, parêzgehên ku hejmara herî zêde ya mayînan têde hatine çandin parêzgeha Xûzistan, Îlam, Sine û Kirmaşanê ne.

Raporeke Navenda Ragihanda Neteweyên Yekbûyî jî diyar dike, piştî Misrê, Îran bi 16 milyon mayînên neteqiyayî, di refa duyê ya cîhanî de cih digire, ku salane zêdetir ji 15 heta 20 hezar kes bi sedema teqîna mayînan birîndar dibin û jiyana xwe ji dest didin, her wiha %80 qurbaniyan welatiyên sivîl in.

Li gorî medyaya Îranê 42 hezar kîlometrên çargoşe ji axa Îranê bi mayînan hatiye çandin û herî zêde jî mayîn li Rojhilatê Kurdistanê hatine çandin, hejmara herî zêde ya qurbaniyên mayînan jî kurd in.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin