Li Hollanda 126 saliya Rojnamegerîya Kurdî hat pîrozkirin!

Li Hollanda 126 saliya Rojnamegerîya Kurdî hat pîrozkirin!

.

A+A-

Îro ji alî Partîya Welatparêzên Kurdistan (PWK) û Partîya Yekîtîya Demokrata Kurd li Sûrîye (PYDK-S) Roja Rojnamegerîya Kurdî li Hollanda bajarê Arnhem li Komela Koç-Kak civînek hat li darxistin.

Civîna di derbarê bi bîranîn û pîrozkirina salvegera 126 salîya Rojnamegerîya Kurdî û Rojnameya Kurdistan, bi vexwendin û amadebûna girseya Kurd ku li vê deverê dijîn hat amadekirin.

Civîn, bi moderatorîya endamê PWK yê Rêvebirîya Hollanda Qedrî Cemîl, bi rêya amadekar û axaftnêrên hêja Mamosta Mihemed Qerehesen û Mamosta Haydar Omer li darket û bi rêve çû!

Civîn, piştî xulekek rawestandina rûmet girtina şehîdên Kurd û Kurdistan û sirûda Ey Reqîp dest pêkir.

 

Mamosteyên bi rûmet Mihemed Qerehesen û Haydar Omer, di derbarê rojnameya Kurdistan û dîroka Rojnamegerîya Kurdî agedarîyên girîng pêşkeşî vexwendîyên civînê kirin.

Piştî agedarî û ronîkirênên mamosteyên pispor yên di derbarê rojnmegerîya Kurdî de, helbestvan Gulistan Awaz û Baranê Cumê bi Kurdîyek zelal helbestên xwe xwendin.

Piştî bêhnvedanekê civîn hat berdewam kirin. Di berdewamîya civînê de Moderator Qedrî Cemîl, di derbarê malpera Arşva Kurd ya ji alî rêvebirîya PWK de bi rêve diçe, agedarîyên berfireh pêşkêş kir.

Piştî agedarîya berfireh ku di derbarê Arşîva Kurd de navbênek hat dan. Bername bi pêşkirina helbestên helbestvan Birahîm Hawar Kurd, helbestvan Ezîz Qerehesen, helbestvan Elîyê Hemo berdewam kir.

Kometeya rêvebir ya her du partîyan, ji bo her pispor û hunermendê ku beşdarî vê bernameyê bû bi baqek gul sipasîya xwe pêşkêş kir. Civîn, bi rizamendîyek ji dil û kêfxweşîya beşdaran bi dawî bû!

Malpera Netewe

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin