Li Hewremana Text bi dîmenên rengîn cejna dîrokî ya Pîrşaliyar birêve diçe

Li Hewremana Text bi dîmenên rengîn cejna dîrokî ya Pîrşaliyar birêve diçe

.

A+A-

Li Hewramana Text a Rojhilatê Kurdistanê ku di nav mîrateyên dîrokî yên UNESCO de ye, merasîma cejna kevneşopî ya Pîrşalyar birêve diçe.

Merasîma roja yekem Pîrşalyar ya olî ku wekî kevneşopiyekê ji hezar salan ve, her sal li Hewramana Text birêve diçe, îsal jî di hefteya duyem a meha Çileya Kurdî de birêve çû.

Di merasîmê de hejmarek zêde xelkê deverê û mêvanên deverên din û biyanî beşdarî kirin. Cejna Pîrşalyar heta 3 rojan dewam dike.

Cejna Pîrşaliyar wekî daweteke zewacê ji hezar salan ve li Hewramana Text tê lidarxistin ku tê gotin: “Daweta Pîrşaliyar bi rastî salvegera zewaca pîremêrekî îrfanî ye, li herêma Hewramanê bi navê Şaliyar ku bingeha wê ji bawerî û olên xelkê vê deverê tê.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin