Li Hewlêrê sempozyûma Navnetewî ya Hişkesaliyê dest pê kir

Li Hewlêrê sempozyûma Navnetewî ya Hişkesaliyê dest pê kir

.

A+A-

Li peytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê, îro 12ê Gulanê Sempozyûma Navnetewî ya taybet li ser hişkesalî û bandorên guhertina seqayê li ser rewşa siyasî, aborî û demografî ya Iraqê birêve diçe.

Sempozyûm îro Yekşemê bi beşdariya Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û gelek berpirs û pisporan dest pê kir.

Di sempozyûmê de pisporên navdewletî yên li ser guhertina keşûhewayê xebatan dikin, wê gotarên xwe pêşkeş bikin.

Herwiha wê hişkesalî û bandorên guhertina seqayê de, li ser rewşa siyasî, aborî û demografiyê jî bên nirxandin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin