Li Hewlêrê di 3 mehên îsal de nêzî 3 hezar mîn hatin jinavbirin

Li Hewlêrê di 3 mehên îsal de nêzî 3 hezar mîn hatin jinavbirin

.

A+A-

 Bi boneya Roja Hişyariya Mîn û Teqemeniyan a Cîhanî, daneyên îsal ên paqijkirina mîn û teqemeniyan ên li Hewlêrê hatin ragihandin.

Rêveberiya Ragihandina Giştî ya Kar û Barên Mînan, di vê roja balkişandina ser mîn û teqemeniyan de ragihand, di nav 3 mehan de li Hewlêrê nêzîkî 3 hezar parçe mîn û teqemenî hatine jinavbirin.

Hat diyarkirin, di 3 mehên îsal de li sînorên parêzgeha Hewlêrê 2 hezar û 719 parçeyên teqemeniyê hatine jinavbirin û xebatên paqijkirina mînan bê navber didomin.

Hat ragihandin ku îsal kesek nebûye qurbaniyê teqemeniyan bes li qezaya Soranê ciwanekî di dema pezçêrandinê de ji ber teqînekê birîndar bûye.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin