Li Hesekê teqîneke mezin çêbû

Li Hesekê teqîneke mezin çêbû

Êvara roja çarşemê li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê teqîneke bihêz çê bû û li gor zanyarîyan di encamê de 8 kes hemwelatî birîndar bûne.

A+A-

Ajansên Rojavayê Kurdistanê belavkirine li parêzgeha Hesekê di ambareke çekan li taxa Mişêrfayê teqînek çêbûye. Herwiha di encama teqînê de 8 kes birîndar bûne.

Ligor zanyarîyan ew ambara çekan a Hêzên Sûrîyeya Demokratîk e (HSD) ye û di encama wê teqînê de, agirekî mezin çêbûye û denge çend teqînên mezin hatine bihîstin.

Herwiha hêzên emnî û hawarçûnê ber bi cihê  bûyerê çûne û agir kontrol kirine.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin