Li Hesekê bi dronan êrîşî baregeha Amerîkayê hat kirin

Li Hesekê bi dronan êrîşî baregeha Amerîkayê hat kirin

.

A+A-

Wezareta Berevanî ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand, di bersiva kuştina peymankar û birîndarbûna pênc kesan de, hêzên Amerîkayê ew baregeh kire armanc ku li rojhilatê Sûriyê ye û ser bi milîsên Îranê ye.

Pentagonê di daxuyaniyekê de eşkere kir, piştî êrîşa dronekê li nêzîkî bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, peymankarekî Amerîkî hat kuştin û pênc serbaz û peymankarekî din jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li gor zanyariyên îstixbaratî yên Amerîkayê, ew dron ji aliyê Îranê ve hatiye çêkirin.

Li ser vê mijarê, Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê Lloyd Austin ragihand: “Joe Biden fermana cîbicîkirina êrîşa asmanî da me bo ser saziyên ser bi Îranê ne li rojhilatê Sûriyê.”

Lloyd Austin diyar kir: “Cîbicîkirina vê êrîşê ji bo parastin û berevaniya karmendên Amerîkî ye, ev jî ji bo kêmkirina metirsî û qurbaniyan.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin