
Li Herêma Kurdistanê 158 kenalên asmanî û herêmî weşanê dikin
.
Îro, 21ê Mijdarê, weke Roja Cîhanî ya Televîzyonê tê pîrozkirin. Televîzyon weke yek ji dahênanên herî girîng ên mirovahiyê ji bo veguhestina wêne, deng û zanyariyan tê dîtin û bi salan weke komkerê malbatan dihat naskirin. Li Herêma Kurdistanê jî, ev sektor bi awayekî berçav pêş ketiye û zêdetirî 150 kenalên cuda weşanê dikin.
Televîzyon di sala 1927an de ji aliyê Philo Taylor Farnsworth ve hate dahênan û di qonaxên cuda re derbas bû. Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, bi awayekî berfireh li cîhanê belav bû. Di destpêkê de weşana wê reş û spî bû, paşê bû rengîn, û ji destpêka salên 2000î ve jî televîzyonên zîrek (smart) derketin bazarê.
Dîroka televîzyonê li Herêma Kurdistanê
Dîroka televîzyonê li Herêma Kurdistanê bi taybetî piştî Serhildana sala 1991an bipêş ket û gelek kenalên herêmî hatin vekirin, ku piştî çend salan jî hejmarek kenalên asmanî dest bi weşanê kirin.
Derbarê vê yekê de, Rêveberê Giştî yê Çap û Weşanê li Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şêrwan Ebdullah ji malpera K24ê re ragihand, li Herêma Kurdistanê bi giştî 30 kenalên asmanî û 128 kenalên herêmî (lokalî) xwedî mohlet in.
Dabeşkirina kenalan li gorî parêzgehan:
- Hewlêr: 16 kenalên asmanî û 85 kenalên herêmî.
- Silêmanî: 11 kenalên asmanî û 34 kenalên herêmî.
- Dihok: 3 kenalên asmanî û 9 kenalên herêmî.
Di 17ê Berçileya 1996an de, Neteweyên Yekgirtî roja 21ê Mijdarê weke Roja Cîhanî ya Televîzyonê diyar kiribû.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin