Li Helebê parêzerekî Kurd hat revandin

Li Helebê parêzerekî Kurd hat revandin

.

A+A-

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku li çoltera bajarê Helebê yê Sûriyeyê parêzerekî Kurd ji aliyê komeke çekdar ve hatiye revandin.

Li gorî daxuyaniyê, parêzer Elaedîn Xalid Kalo doh li bajarokê Til Hasilê yê herêma Sefîreyê ya Helebê ji mala xwe hatiye revandin.

Hat diyarkirin ku komeke çekdar a girêdayî Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ew revandiye.

"Birine cihekî nediyar"

Rêxistinê da zanîn ku bûyer piştî nîvro qewimiye û parêzer Elaedîn Xalid Kalo birine cihekî nediyar û çarenivîsa wî nayê zanîn.

Malbata parêzer Kalo diyar kir ku rewşa wî ya tenduristiyê xirab e, nexweşiyeke wî ya domdar heye û dermanan bi kar tîne.

Malbatê bangî Ewlehiya Giştî ya hikûmeta Sûriyeyê kir ku ji bo dîtin û rizgarkirina wî bikeve nav liv û tevgerê.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin