
Li Helebê agirbest hat ragihandin
.
Çavkaniyeke ewlehiyê ji Rûdawê re ragihand ku şandeyên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser ragihandina agirbestê li hev kiriye.
Li gorî wê çavkaniyê çavkaniyê, piştî fermana Serokê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer ji bo rawestandina şer dan û standin hatine kirin.
Heman çavkaniyê da zanîn ku ji ber dorpêça li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê, hevserokên encumena taxan û berpirsên asayîşa Rêveberiya Xweser nikarîbû beşdarî civînê bibin.
Gera yekem a dan û standinan serê vê sibehê bi dawî bûye û dê diyalog îro berdewam bike.
Taxên Kurdan ên Helebê (Şêx Meqsûd û Eşrefiye) di bin dorpêça çekdarên girêdayî hikûmeta Şamê de ne.
Şeva borî şêniyên her du taxan li dijî vê dorpêçê daketin qadan û rastî êrişa çekdaran hatin.
Heta derengê şevê di navbera çekdarên girêdayî Şamê û hêzên Kurdan ên li her du taxan de şer û pevçûn çêbûn.
Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a Helebê Mihemed Emîn Elîko ji Rûdawê ragihandibû ku li Helebê jiyana 450 hezar kesî di xeterê de ye.
Birêvebirê Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) Ramî Ebdulrehman li ser rewşê ji Rûdawê re axivî gotibû, “Ehmed Şer piştî Elewî û Durziyan, dest bi komkujiya Kurdan kir.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin