Li Helebceyê 300 serî pez şewitî

Li Helebceyê 300 serî pez şewitî

.

A+A-

Li zeviyên gundê Hasilê yê girêdayî navçeya Şarezûrê ya Helebceyê agir bi pûş û palaxê ket û ji ber şewatê 300 serî pez şewitî û mirar bû.

Nûçegîhana Rûdawê Sazgar Salihê li cihê bûyerê eşkere kir ku tîmên Parastina Sivîl agir kontrol kiriye lê agir dîsa li herêmê derket.

Li gorî gotina Sazgar Salihê keriyekî ji 200-300 pez, berx û bizinan pêk dihat li herêma agir bûye û ew keriyê pez ji ber agir şewitî û mirar bû.

Xwediyê keriyê pez amaje bi wê yekê kir ku gelekî zahmet bûye û wan nikarîbû ajalên xwe rizgar bikin û wan bi tenê kariye serê ajalan jê bikin.

Li gorî zanyariyên Sazgar Salihê xelkê herêmê û karmendên Mezbexaneya Erbetê jî ji bo serjêkirina ajelan çûne alîkariyê.

“Agir ji kontrolê derketibû”

 Ew keriyê pez ê 3 malan bûye û bihayê wan 90 hezar dolar e.

Yek ji xwediyên keriyê pez behsa çawaniya derketina agir kir û wiha got:

“Gundekî nêzîkî gundê me agir bi pûş û pelaşê xistin.

Di destpêkê de agir biçûk bû lê bayekî bihêz hat û agir belav bû û mezin bû agir ji kontrolê derket.

Di nava deqeyekê û 2 deqeyan de agir ji kîlometreyekê derbasî kîlomtreyeke din dibû.

1000 îtfaiye jî bihatana agir nedihat kontrolkirin. Tiştekî wisa bû ku ji kontrola mirov derketibû.“

“Şivan bi zorê canê xwe rizgar kir”

Li gorî gotina xwediyê pez, şivan bi zorê canê xwe rizgar kiriye û hindik mabû ew jî bişewitiya.

Li gorî zanyariyan hinek mîh, berx û bizin an laşê wan şewitiye yan mirar bûne û li ber mirarbûnê bûne.

Xwediyên wan da zanîn ku tenê ew dikarin serê wan jê bikin û li bazarê goştê wan bifiroşin.

Xelkê gund û bi taybetî xwediyên keriyên pez bi ser heywanên xwe de digirîn.

Lewre li gorî gotina wan, keda wan a çend salan di nava çend deqiqeyan de şewitî û nema.

Xwediyên keriyên pez herwiha ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwazin ku werin qerebûkirin.

Bakûrê Kurdistan: Li Qilebanê di encama birûskê de 200 Bizin telef bûn

Ji aliye din ve li navçeya Qilebana Şirnex a Bakûrê Kurdistanê ji ber lêdana birûskê 200 bizin mirar bûn.

Li gor agahiyan li gundekî ser bi navçeyê duh bi şev piştî barîna tun ya baranê, birûskê di nava geriyê bizinan yên ku li çiya diçêriyan da.

Herdu şivanên ber wî keriyî, ku ti ziyaneke canî li wan neket, lê 200 bizin telef bûn.

Li ser agahdar kirinê, keriyê ku sax mabûn, ji aliyê gundiyan ve ji bo malê hatin birin.

Rêveberiya Daristan û Çandinî û Cendirme di derbarê bûyerê de lêgerîn dan destpê kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin