Kemal Tolan

Kemal Tolan

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Li gorî baweriya Êzdîtiyê, mirin dadmendiya veguhastina xwezayê ye

A+A-

Kemal Tolan

Nêrîneke min a li gorî ilm û mîtolojiya Êzdîtiyê

Mirin dadmendîyeke veguhastina xwezayî ye û ji bo hemû giyanberan heye. Ev yek rastiyeke xwezayî ye ku di çerxa jiyanê de hemû hebûn – çi nebatan, çi heywanan, çi însanan – di bin wê de ne.

Li gorî fêmkirina min ji ilm û baweriya Êzdîtiyê, gava meriv bi kûrahî li ser cewahirên bingehîn yên afirandina dinyayê lêkolîn bike, ew dibîne ku olperestiya xwezayî ya Êzdîtiyê qet cûdetiyê nake navbera çar elementan: ax, av, ba (hawa) û agir (nûr). Ev çar cewahir bingeha hebûnê ne û di her devera dinyayê de weke hev pîroz in.

Di qewl û ilmê Xwedênasîna Êzdîtiyê de ev rastî hatine vegotin:

“Pedşê min cebar e ku
Ji durê erfan dibûn çar e
Axe, ave, baye û agir e.”(*1)

Her weha tê gotin:

“Xwedawendê me rehmanî
Çar qisim ji me re danî
Pê dilovan Adem nijinî.”(*2)

Ev gotin nîşan didin ku afirandina çerxa xwezayê ji bo hemû rihil-giyanberan e. Çerxa jiyanê bi reza Xwedê di nav van çar cewahiran de tê gerandin û beden her dem vedigere bingehê xwe.

Ruh , mirin û “kirasguhastin”

Li gorî mîtolojiya Êzdîtiyê, mirin tunebûn nîne; tenê guhertina halê ye. Ruh namire, lê “kiras diguhêre”. Dema Milyaketê Mirinê rihê meriv distîne, beden vedigere nav axê, lê ruh di çerxeke ruhanî de berdewam dike.

Di ilmê axretnasîna Êzdîtiyê de tê gotin:

“Dinya milkê Reb’ul Alemîn e
Dinya ji bo tu kesî namîne
Beşer ji axê ye û her ji bo bin axê ye
Ruhê rihmanî nabête fanî,
her dê rojekê biçe ber destê wî Ezdanî.”(*3)

Ji vî aliyî ve, mirin di çerxa xwezayê de veguhastina bedenê ye; di çerxa ruhanî de jî berdewamîya ruhê ye.

 

Pirsa axê û welatê

Li gorî di ilmê Êzdiyatiyê de tê gotin û em Êzdî îmana xwe pê nasdikin ,  her çar element li her devera dinyayê weke hev  pîroz in, nexwe çima hinek Êzdî cûdetîyê dixine navbera axa welatekî ya welatekî din de û gelo ev kiryara raste?

Belê, li gorî vê fîlozofîyê, ax li her derê ji heman cewahirê ye. Pîroziya wê ji xwezayê tê, ne ji sînorên siyasî. Lewma, heke Êzdiyek li welatekî xerîb bimire, di bingehê ilmê xwezayî û baweriya Êzdîtiyê de tu asteng tune ku bedena wî/wê li gorî urf û kevneşopên Êzdîtiyê li wir were veşartin.

Belê, girêdana mirov bi welatê dapîr û bavkalan, hestyarî û nasnameyî ye. Ev tişt rêz û qedir heye. Lê ji aliyê ilmê cewahir û çerxa xwezayê ve, ax li her derê ax e, û beden vedigere heman bingeha ku jê hatiye.

Encama

Di dadmendîya veguhastina xwezayê de, mirin ji bo hemû giyanberan heye. Lê li gorî ilm û mîtolojiya Êzdîtiyê, mirin dawî nîne; tenê veguhastina bedenê û guhertina kirasê ye. Ruh herdem sax e û namire.

Ev nêrîn, hem li ser bingehê xwezayî raweste, hem jî li ser baweriya ruhanî ya Êzdîtiyê. Ji ber vê yekê, divê em li ser vî babetî bi hûrgulî, bê êşandin û bê kêmkirina hevûdinê, nîqaş bikin û fikrên xwe eşkere bikin.

 

Çavkanî

  1. Qewlê Şêxûbekir
  2. Kemal Tolan – Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê, Weşanên Perî, 2006
  3. Qewlê Sere Merge
  4. Kovara Bingeha Laliş, hejmar 14
  5. Kemal Tolan-gotara “Li gorî mîtolojiya Êzdîtiyê ruh-giyan namire”2018

whatsapp-image-2026-03-03-at-10-01-01.jpeg

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin