
Li girtîgehên rêjîmê de çendîn girtiyên din jî hatine bidarvekirin
.
Li berdewamiya bidarvekirinan li Îranê, çendîn girtiyên din li girtîgehên rêjîmê li bajarên wek “Xuremabad, Zahidan, Îsfehan û kehnûc”ê de hatine bidarvekirin.
Roja Duşemî 12ê Cozerdana 1404 a Rojî, girtiyekî temen 30 salî yê Belûç ê bi navê “Îman Sabiqî” xelkê “Zêhkulût” a bajarê “Cazmoriyan”ê li girtîgeha rêjîmê li bajarê “Kehnûc”ê de hate bidarvekirin.
Herwisa li 11ê Cozerdanê, girtiyekî Lur ê xelkê bajarê Xuremabadê yê bi navê “Şahmîrza Rehmetî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Xuremabadê de hate bidarvekirin, ew welatiyê Lur bi tohmeta kuştina bizanebûn hatibû binçavkirin.
li vê rojê de girtiyekî Belûç ê bi navê “Cum`e Naroyî”(Şîrzay) li girtîgeha rêjîmê li bajarê Zahidanê de hate bidarvekirin. Navbirî heta li dema bidarvekirinê de jî, bê nasname bûye.
Li 7ê Cozerdanê de jî, girtiyekî din ê bi navê “Mihemedemîn Esedî” ê xelkê bajarê Îsfehanê li girtîgeha rêjîmê li bajarê Îsfehanê de hatiye bidarvekirin.
Rêjîma Îranê bidarvekirin û sepandina sizaya bidarvekirinê, wek alavek bo tepeserkirina xelkê bi taybet xelkê Kurd û Belûç bi kar tîne.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin