Li Girê Spî teqîn: 3 polîs hatin kuştin, 11 polîs birîndar bûn

Li Girê Spî teqîn: 3 polîs hatin kuştin, 11 polîs birîndar bûn

.

A+A-

Li bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê, li xala polîsan teqînek çêbû û di encamê de 2 polîsên Tirk û polîsekî xwecihî canê xwe ji dest dan û 11 polîs birîndar bûn.

Parêzgariya Rihayê îro di daxuyaniyekê de ragihand, li bajarê Girê Spî yê di bin îdareya navçeya Kaniya Xezalan (Akçakale) a parêzgeha Rihayê de, li xala polîsan teqînek çêbû.

Li gor daxuyaniyê, teqîn di dema pûçkirina teqemeniya PKK/PYD de çêbûye û di encamê de 2 polîsên Tirkiyê û polîsekî xwecihî canê xwe ji dest dan û 11 polîs birîndar bûn.

Parêzgariya Rihayê wiha got: “Li Girê Spî teqemaniya ku PKK-PYD dê di çalakiyên li welatê me de bi kar bianiya hat tespîtkirin. Di dema destwerdanê de teqemenî teqiya û 2 polîsên me û polîsekî xwecihî canê xwe ji dest dan. Herwiha 11 polîs bi sivikî birîndar bûne, ku 4 ji wan polîsên xwecihî ne.”

Herwiha hatiye ragihandin ku polîsên birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Akçakaleyê hatin veguhestin û dest bi dermankirina wan hat kirin.

Têkildarî mijarê heta niha ti berpirsekî Rojavayê Kurdistanê daxuyanî nedane.

Bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê ji sala 2019an ve di konrola hêzên Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wê de ye. Tirkiyê di sala 2019an de di bin navê Operasyona Kaniya Aştiyê de êrîşî Rojavayê Kurdistanê kir û her du bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê û bi sedan gundên derdorê dagîr kirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin