Li Germiyanê navçeyek û li Zaxoyê jî nahiyeyek tê avakirin: Nêçîrvan Barzanî îmze kir

Li Germiyanê navçeyek û li Zaxoyê jî nahiyeyek tê avakirin: Nêçîrvan Barzanî îmze kir

.

A+A-

Serokê Herêma Kurdistanê biryar da ku nahiyeya Rizgariyê ya Germiyanê bibe navçe û Avkan a Zaxoyê jî bibe nahiye.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, fermana ji bo avakirina navçeya Rizgariyê ya Îdareya Serbixwe ya Germiyanê îmze kir ku heman sînorê niha yê nahiyeya Rizgariyê li xwe digire.

Nêçîrvan Barzanî ji bo xizmetkirina zêdetir a xelkê fermana avakirina nahiyeya Avkanê ya Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê îmze kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku avakirina navçeya Rizgariyê ya Germiyanê û nahiyeya Avkanê ya Zaxoyê, dê ji bo bipêşxistina xizmetguzariyan a şêniyên wan herêman bibe alîkar û dê bibe bersivdaneke baştir ji bo daxwaz û çaverêyên welatiyên wan sînoran.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin