Li Erebistana Si’ûdiyê 3 zabit hatin îdamkirin

Li Erebistana Si’ûdiyê 3 zabit hatin îdamkirin

.

A+A-

 Li Erebistana Si’ûdiyê 3 zabit bi sedema ‘îxaneta weten’ ,’hevkariya bi dijmin re’ û ‘îhlala berjewendiyên leşkerî yên welat’ bi fermana Qral Selman hatin îdamkirin.

Li gor ragihandina ajansa fermî ya Erebistanê SPA yê; ji wezareta bergiriyê ya Erebistanê babet hatiye ragihandin. Her sê zabit hatine şandin bo dadgehê û hatine darizandin. Sûcên wan sabît bûye û biryara îdama wan hatiye dayîn.

Piştî biryara îdamê ji aliyê qraliyetê de hatiye tesdîqkirin, her 3 zabit li fermandariya herêma başûr hatine îdamkirin.

Mijara ku bi wetenê xwe rê îxanetê kirine û bi dijmin re hevkarî kirine nezhat zelalkirin û di biryarê de dijmin kî ye nehat gotin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin