Li Enqereyê 5 Afganistanî hatine kuştin

Li Enqereyê 5 Afganistanî hatine kuştin

.

A+A-

Li Enqereyê, di malekê de cesedên pênc Afganistaniyan hatine dîtin.

Bûyer li Taxa Ornekê ya navçeya Altindagê bûye. Afganistanî bi hev re di heman malê de diman. Malbatên wan ji ber ku ev çend roj in agahî ji wan nestindine, haya polîsan jê çêkiriye.

Polîs çûne malê û cesedên her pênc Afganistaniyan dîtine. Li gorî zanyariyên destpêkê, hinekan Afganistanî kêr kirine.

Li gorî texmînan penaberên Afganistanî beriya niha bi hefteyekê hatine kuştin. Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê, derbarê bûyerê de lêpirsînnameyek daye destpêkirin.

Walîtî wê lêkolîn li ser hemû hêlan bê kirin

Walîtiya Enqereyê derbarê bûyerê de daxuyaniyeke nivîskî weşandiye: "Lêpirsîna hemû hêlên bûyera xemgîn a ku li navçeya me ya Altindagê di malekê de pêk hatiye û di encamê de li gorî zanyariyan 5 kesên biyanî mirine, di bin çavdêriya Serdozgeriyên me yên Komarî de tê kirin. Dema sedem û faîlên bûyerê diyar bibin, wê civak bê agahdarkirin."

Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê jî daxuyaniyek weşandiye û diyar kiriye û gotiye, 5 mêr bi birînên ku di encama amûra birrînê de çêbûne, mirine.

Serdozgeriyê destnîşan kiriye ku ji bo nasnameyên wan û zanyariyên din bên diyarkirin, Dozgerê/a Nobedar ê/a Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê, Serokatiya Tiba Edlî û Midûriyeta Beşa Lêkolînên li Cihê Bûyeran bi hev re xebatên xwe dewam dikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin