Li Efxanistanê 23 serbaz ji alîyê Taliban ve hatin kuştin

Li Efxanistanê 23 serbaz ji alîyê Taliban ve hatin kuştin

Li herêma Xeznî ya Efxanistanê bi dehan serbazên artêşa wî welatî ji alîyê çekdarên Taliban ve hatin kuştin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Fermandeyê artêşa Efxanistanê li herêma Xeznî ya wî welatî, Ehmed Şah ji BBC re gotîye, derengîya şeva borî 23 serbazên wan li nêzîkî rêka Xeznî-Qendiharê di êrişeka çekdarî de hatin kuştin.

Ehmed Şah behsa çawanîya kuştina wan serbazn jî kirîye û gotîye, ew serbaz ji alîyê komek serbazên din ve hatine kuştin ku peyayên Taliban bûne û çend roj berê ji Qendiharê derbasî wê deverê hatibûn kirin.

Bi gotina wî fermandeyê artêşa Efxanistanê, hejmara wan serbazên ku ew êriş pêk anîne, heft kes bûne û piştî ku tevahîya serbazan kuştine, çek û cebilxaneya wan jî kom kirine û bi otomobîleka serbazî revîyane.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin