Li Efrînê teqîn.. 2 çekdar birîndar bûne

Li Efrînê teqîn.. 2 çekdar birîndar bûne

.

A+A-

Di encama teqîna otomobîlekê li nava bajarê Efrînê de, çend çekdar birîndar bûne.

Jêderekî ji bajarê Efrînê ji K24ê re got, îro danê sibê li taxa Zêdiyê ya Efrînê bombeyek bi otomobîla serkirdeyê di grûpa Ewlehiya Encûmena Xwecihiya Efrînê “Ebû Emar EL-Xotanî” de teqiya.

Li gorî zanyariyên destpêkê, di encama teqînê de, herî kêm 2 kes birîndar bûne.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve di Adara 2018an de, rewşa ewlehiyê bi yekcarî têk çûye û gelek caran li bajêr teqîn rû didin û welatiyên sivîl jî dibin qurbanî.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin