Li Efrînê otomobîlek hat teqandin

Li Efrînê otomobîlek hat teqandin

Li navçeya Şera ya Efrînê teqînekê rû da û di encamê de zîyanên madî bûn.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Li gor nûçeya K24ê ku ji çavkanîyekî vergirtîye, li bajarokê Şera îro bombeyek bi otombîlekê de teqîya û li gor zanyarîyên destpêkê, tenê zîyanên madî çêbûn.

Ev di demekê de ye, berî çend rojan teqîneke bihêz li navenda bajarê Efrînê hate kirin û di encamê de zêdetir ji 50 kesî canê xwe jidest dan.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ya berî du salan ve, her çend rojan teqînek li Efrînê û navçeyên wê tê kirin, li gor çalakvanên Efrînê jî, grubên çekdar bi xwe wan teqînan dikin û armanca wan jî ew e, xelk bi neçarî koçber bibe.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin