Li Efrînê Navenda Çandê ya Tirk hat vekirin

Li Efrînê Navenda Çandê ya Tirk hat vekirin

.

A+A-

 Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê bi merasîmekê Navenda Çandê ya Tirk hate vekirin.

Tirkiyeyê bi rêya Enstîtuya Yunus Emreyê li Efrînê Navenda Çandê ya Tirk vekir û ji bo pêşxistina zimanê Tirkî roj bi roj xebatên xwe zêdetir dike.

Koordînatorê Enstîtuya Yunus Emreyê yê Efrînê Fikret Çitak anî ziman:

“Em ji bo vekirina Navenda Çandê ya Efrînê kom bûne.

Efrîn bajarek e ku Ereb, Kurd û Tirk hezar sal in bi hev re di nav biratiyê de dijîn.”

Li vê navendê dê bi zimanê Tirkî xebatên ziman, perwerde, wênegirî, şanoyê yên çandî û hunerî bêne kirin.

"Dê xizmeta Efrînê û gundewarên wê bike"

Rêveberê Koleja Perwerdeyê ya Efrînê Prof. Dr. Mahmut Çinar got:

“Navenda Yunus Emreyê bi taybetî xizmetê di ware çand û şaristaniyê de dike. Herwiha zimanê Tirkî, çanda Tirkî û çanda xwecihî jî fêr dike.

Ev navend îro li vê derê hate vekirin, bi saya Xwedê jî, piştre dê xizmeta Efrînê û gundewarên wê bike.“

Li Efrînê piştî êrîşên Tirkiyeyê û grûpên çekdar li dibistanan perwerdeya Tirkî hat destpêkirin.

Girêdayî Zanîngeha Gazîantepê beşek hat vekirin ku bi Tirkî perwerdeyê dide.

Li aliyê din, piştî Adara 2018an xwendina Kurdî li dibistanan hat rawestandin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin