Li Efrînê di navbera Emşat û asayîşê de şer û alozî

Li Efrînê di navbera Emşat û asayîşê de şer û alozî

.

A+A-

 Li navçeya Şiyê ya Efrînê, di navbera koma çekdar a bi navê Emşat û hêzên asayîşê de şer û alozî derket.

Li gorî agahiyan, biryar hatiye dayîn ku Koma Emşat ji herêmê were derxistin û Asayişa Giştî dest daniye ser hemû baregeh û xalên kontrolê yên wê komê.

Çavkaniyeke ji Efrînê ji Rûdawê re ragihand ku aloziyan piştî wê yekê dest pê kiriye ku êrişî karwanê Birêvebirê nû yê Asayîşa Navxwe yê Şiyê hatiye kirin.

Li gorî heman çavkaniyê, dema ji çekdarên Emşatê hatiye xwestin ku baregehên xwe vala bikin û radest bikin wan gule li hêzên asayîşê reşandine.

Asayîşa Giştî piştî pevçûnan, kontrola tam li ser hemû xalên kontrolê yên koma Emşat ên li navçeya Şiyê ferz kiriye û ew ji hemû navend û postên ewlehiyê hatine dûrxistin.

Her wiha komîteyeke taybet a girêdayî Asayîşa Leşkerî hatiye avakirin da ku çavdêriya derketina birayên Mihemed El Casim (Ebû Emşa) a ji navçeya Şiyê bike.

Ev komîte aliyê fermî ye ku dê derbarê hemû binpêkirinên ku di dema borî de kirine ji wan hesab bixwaze.

Dagirkirina Efrînê

Artêşa Tirkiyeyê û komên çekdarên ên di kontrola wê de, 20ê Kanûna Paşîn a 2018an ji asman û bejahiyê ve bi awayekî berfireh êrişî Efrînê kir ku wê demê di destê Kurdan de bû.

Efrîn piştî wê êrişa berfireh a bi çekên giran 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar.

Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rê û dirbên koçberiyê.

Kanûna Pêşîn a 2024an desthilata Beşar Esed hat rûxandin û Tehrîr El Şamê kontrola Şamê xist destê xwe.

Lê Efrîn heta niha jî li Kurdan venegeriyaye û binpêkirin berdewam dikin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin