Li Efrînê çekdaran destdirêjî li 2 zarokên Kurd kirin û yek ji wan kuştin

Li Efrînê çekdaran destdirêjî li 2 zarokên Kurd kirin û yek ji wan kuştin

.

A+A-

Li navçeya Recoya Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê Çekdarên Grûpa Feyleq el-Şam a girêdiyî Tirkiyê destdirêjî li 2 zarokên keç ên Kurd kirine û piştre çekdar yek ji wan keçên ku destdirêjî lê kirine dikujin.

Çekdarên Grûpa Feyleq el-Şam, ku beşek ji Artêşa Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê ya girêdayî Tirkiyê ye, li navçeya Meydan Ikbes a ser bi Racoyê ve destdirêjî bo ser 2 zarokên keç ên Kurd kirine.

Paşê jî Grûpa Feyleq el-Şam keça 14 salî, bi navê Zêneb Omer kuştine û hevala wê Nûr Şewket Hemo, neçar kirine ku bibêje destê wê di kuştina hevala wê de hebûye.

Berdevka Rêxistina Mafên Mirov li Efrînê Leman Xelîl, hûrgiliyên vê bûyerê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re vegotin.

Berdevka Rêxistina Mafên Mirov li Efrînê Leman Xelîl dibêje "Di 22.5. 2022an de xeber gihîşte me keçeke bi navê Zeyneb Omer a 14 salî li Meydankê xwe dikuje. Çewa xwe dikuje eşkere nabe. 21.08 2022 îstixbarata Tirkiyê diçin hevala wê digrin. Nûr Şewket Hemo ya 16 salî dixin zindanê lê dixin û wê diêşînin da ku bibêje xebera min jê heye ku vê keçê xwe kuştîye. Bi vî rengi Nûr di zindanê de dimîne. Piştî wextekî serkirdeyekî grûpa Feyleq El Şam bi navê Salih El Erur bi tohmeta ku destdirêjiyê li keçeke ji gundê Qarababayê tê girtin. Di lêpirsînê de îtiraf dike ku ew çekdarên pê re destirêjiyê li ser Zeyneb Omer kirine û piştre jî ew kuştine. Da ku tohmetê li ser xwe rakin xistin stuyê Nûr Şewket."

Berdevkê Rêxistina ku binpêkirinên li herêma Efrînê dibin belge dike, ji Rûdawê eşkerebûna kujerên zaroka Kurd zelal kir.

Leman Xelîl got jî "Piştî ku Salih El Erur li dadgehê xeberê ji yek serkirdeyên Meydankê yê bi navê Selîl El Xalidî re dişîne û gef lê dixwe jê re dibêje `eger tu min ji vê tohmetê xelas nekî ez dê tiştên ku kiriye ji wan re eşkere bikim. Te çi xerabî kiribe li wan gundên derdorê tiştên revandina xelkê, dizî, madeyên hişbir, têkiliyên wan ên bi Ebu Yerub re ji bo diziyê hewqas tiştan eşkere bikim.` Ev jî bilez dadgeheke leşkerî çêdike û Nûr bi 7 salan ceza dikin. Ev leşkerên hanê yek bi yek alîkariya hev dikin û yek ji wan jî nayê girtin."

Li gor zanyariyên ku Tora Medyayî ya Rûdawê ji hinek mafnasên herêmê bidest xistine, li Efrînê dam û dezgehên dadweriyê yên rêk û pêk tune ne. Kesûkarên tohmetbar û girtiyan nikarin parêzerên ji berevaniyê di ber wan de erkdar bikin.

Çavkanî

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin